carêk kabrayekî kurd eçête lay ḧeme paş...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  717 Dîtin

carêk kabrayekî kurd eçête lay ḧeme paşay caf ełê: paşa payz hat! ewîş ełêt: be xêr bêt. a kuře boy bar ken keşk û doyne! kabrayekî tir gwêy lê ebê eger min biçim biłêm paşa behar hat zortirim edatê. deng nakat ta behar dêt heł’estê û eçê û ełê: paşa behar hat. paşaş ełê: a kuře têy hełden em dewît bawke. kabra ełê: paşa boç têm hełden? ey le kawray payzit boç hełneda?

ewîş ełê: payz keşkî tyaye, doyney tyaye, biřwêşî tyaye. behar çî tyaye bo min? gyay tyaye ewîş bo bizin xase, xo min bizin nîm! înca kabra ełê: paşa, paşa! to serî xot bêje tozêkî her têhełden, eger ew dewît bawke newwaye minîş ne’ehatim û em têhełdanem ne’exward! paşa be qisekey pê’ekenê û bo ewîş bar eka.