meḧmûd paşay caf sed swarêkî legeł ebê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1094 Dîtin

meḧmûd paşay caf sed swarêkî legeł ebê û eyanewê řuwew germyan biçin, nizîk ebnewe le nawçey cebarî, pyawêk enêrê bo lay «sîd fitaḧ»y cebarî ke pêy biłêt paşa ełê: «be nan û dan û ganewe ebîn be mîwanî» pyawe eçê ke çawî be seyd fetaḧ ekewê temaşa eka pyawêkî řîş sipîye şerim eygirê û pêy ełê: paşa ełê: be nan û danewe mîwanîn. îtir basî ganeke naka, sey fetaḧ tê ega û em şî’re bo meḧmû paşa enûsêtewe:

wek qewmî lûtin ehlî cebarî
da’îm amaden bo mîwandarî

ke paşa eme exwênêtewe ełê: seyd fetaḧ destî xoy weşand. qet be min egîrê? ke eçne ewê xełatî eka.