řojêk le dêyekî biłbasetî melakeyan nexoş...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1370 Dîtin

řojêk le dêyekî biłbasetî melakeyan nexoş bû, řîşsipîyekyan hebû zor pyawêkî bedîn û lexwa tirs bû, hemû demê ḧazrî cim’e û cema’et bû, çuwe serbanî mizgewt le batî mela destî kird be bangidan, ta «aşihd an la alh ala alilhErebî»y le ber bû, lewe be dwawe le bîrî çowe! hat, hat çuwe ser banekey xoyan le kiławřoşnekewe bangî jinekey xoy kird witî: estêlê, estêlê, jine witî: ho, ho. erê kiçeke nêwî amozakey xułay çî bû? witî: çilon lebîrit çwewe? ḧemedî kak řêswan. witî: erê wełła řeḧmet le babit we bîrim hatewe! fiřkey kirdewe serbanî mizgewteke û bangekey bem core tewaw kird û paşan witî:

bo dayk babî xułay ḧemedî řêswan, îmamî mizgewtan, hemû tayfe û xizman, řîşsipîyanî bin aşan, pyawmaqûłî gundîman, şwan û gawanî deştîman. pîrêjnî ber kendiwan, pîremêrdî deste dwan, xaze û bazey małêman, faḧîte!