kabray mergeyî le melayek epirsê ełê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  962 Dîtin

kabray mergeyî le melayek epirsê ełê: tu xwa mamosta her dełên pirdî sîratî heye ewe çone? melayş ełê: mam homer kitêban defermiwê pirdî sîrat le meşrîqan heta meẍrîban dirêje, le mû barîktir û le şîr tîjtire be qeder sed kêwî le ser yek danê, hêndey berze, ceḧenemîş le jêrîdaye, ye’nî pirdeke be ser ceḧenemîda řakşêrawe.

mam homer ke emey bîst ełê: mamosta ebê be serîda biřoyn? mamosta fermûy: bełê kitêban wa defermiwê debê hemûman be serîda biřoyn. ewîş witî: mamosta pêy nawê, be gořî babim řimbe le binîyewe hełdestênim! wate ekewme nawî.