kuře kwêxayekî kurd eyxiwênd, melake...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1480 Dîtin

kuře kwêxayekî kurd eyxiwênd, melake fêrî ḧîsabî kirdibû. êwareyek bawkî lêy epirsê: řołe fêrî ḧîsab bûy bo bawkit? witî: bełê. bawik witî: adey bizanim. witî: hestun dewar yeke, çakłey gurîs duwe, sêpay meşke sêye, dû çakłe be qengî yekewe çware, kuçełe pênce, deste dûy cutyar şeşe, lingewjûr ḧewte, lingewxiwar kewtû heşte, sermêkutey naw aw noye, hestunêk kuçełey le pêşewe danrabê deye.