řojêk le dêyekî biłbasetî melakeyan nexoş...
řojêk le dêyekî biłbasetî melakeyan nexoş bû, řîşsipîyekyan hebû zor pyawêkî be dîn û le xwa tirs bû, hemû demê ḧazrî cim’e û cema’et bû, çuwe serbanî mizgewt le batî mela destî kird be bangidan, ta «aşihd an la alh ala alilhArabic»y le ber bû, lewe be dwawe le bîrî çowe! hat, hat çuwe ser banekey xoyan le kiławřoşnekewe bangî jinekey xoy kird witî: estêlê, estêlê, jine witî: ho, ho. erê kiçke nêwî amozakey xułay çî bû? ’utî: çilon le bîrit çwewe? ḧemedî kak řêswan. witî: erê wełła řeḧmet le babet we bîrim hatewe! fiřkey kirdewe serbanî mizgewteke û bangekey bem core tewaw kird û paşan witî:
bo dayk babî xułay ḧemedî řêswan, îmamî mizgewtan, hemû tayfe û xizman, řîşsipîyanî bin aşan, pyaw maqûłî gundîman, şwan û gawanî deştîman. pîrêjnî ber kendawin, pîremêrdî deste dwan, xaze û bazey małêman, faḧîte!