kesê wek min zelîl û têşkaw û xwar û meḧzûn bê

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  298 Dîtin
kesê wek min zelîl û têşkaw û xwar û meḧzûn bê
enîsî daẍî leylî, warîsî alamî mecnûn bê
dexîlî her kes û nakes, zelîlî her seg û dûn bê
dirextî arezûy bê ber, qełacey bextî warûn bê
penay sułtanî saḧîb setwetî mułkî ew ednaye
qesîdî lamekan şew menziłî ser ’erşî e’laye
kesê wek min esîrî dawî bê daney xemî ẍem bê
le yarî bêwefa bêgane, derdî hîcrî meḧrem bê
le gencî wesłî ew bê beş, be řencî fesłî behrem bê
xefîfî destî mîḧnet, diłişkawî berdî estem bê
penay şahenşehî xawen serîr û tacî lewlakErebîe
ke lutfî zatî bê hemta legeł ew yar û hemtaye
îmamî {{Index|mesicd al’eqsîٰ}, emînî sîřřî ma ewḧîٰErebî
xełatpoşî le’emrukErebî, cur’enoşî bezmî ew ednîٰErebî
le xeylî enbya bê ta be subḧan alzî alsirîٰErebî
be bisim alilhErebî lebin hełken esasî mertebey ’uzّyٰErebî
fîday ew nawe bim te’wîzî bazûy řasî {{Index|cibrîl}e
lepaş nawî xuda nawî muḧemmed xeyrwal’esmaErebîye
serim sergerdî tozî pê û serî cařû keşî dergat
diłim swałey segî řêzexorî dermałekey wałat
bijang û çawim aw û giskî dewrî ferşî ’erş asat
min û ewladî min qurbanî xakî menził û mawat
le kî tirsim bibê yaran eger çî wextî tirsane
penam fexrî řusul ye’nî ḧebîbî ḧeyyî danaye
deba lutfî legeł min bê, be lutif û merḧemet şahim
le asmanî diłim ẍayb nebê ba yek zeman mahim
nesûtênê desa ba pûşî hestî agirî ahim
neřûxê ba qełay mecd û wîqar û ’îzet û cahim
dexîle ya risul alilhErebî le qapî xalqî ekber
şifa’et ke, şifa’et herçî to biłêy lazim îcraye
dexîle ya risul alilhErebî, nesîmî řeḧmetit ba bê
emin damaw û bêçarem, nîşaney hîmmetit ba bê
hejar û diłḧezînim, şewqî lutif û ře’fetit ba bê
supay zîllet nizîke, fewcî feził û ’îzzetit ba bê
ḧezîn û bê xew û aram û dił piř mîḧnete tahîrNasnava edebî
bedił çawenwařî ’efwî xoy û lutfî wałaye