be pêçî zułifit dû saxim meke

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  706 Dîtin
be pêçî zułifit dû saximTeksta ne aşkira meke
be agirî hîcir daxim meke
bê beş le seyrî naw baxim meke
le guł û nêrgis yasaxim meke
dûr le seyrangey êłaxim meke
bendefermanim qaçaxim meke
memxe ceḧanim dûrî bałay xot
dûrim mexewe satê lelay xot
cil û bergî xem meke xełatim
mepsêne řiştey hîwa û awatim
şekerim, badamim, nuqił û nebatim
awekey zełał çawey ḧeyatim
kotre barîkey sewłî bałatim
melî daneçîn xałî ałatim
sergeştem řendî ’aşiqim mestim
diłnewazim be, kem bike pestim
dêwaney serşêt çawanî mestim
kewtûm carê sa bigre destim
xo qewlit damê legełim řas bî
yekdił û yekgyan bê qisewbas bî
êste bas her bas nařasî toye
her basekey yar nenasî toye
beze’ît nehat be kesasîma
be řût û qûtî û bê kirasîma
min kesim to bûy kewa û kirasim
bo to nemawe xewn û xurasimTeksta ne aşkira
nazanim boçî le min bûy yaxî
bo çî bem core lêm bê demaxî
ewa bê meyl bûyt meylit da be ẍeyr
legeł min biřît hêcgar sewałTeksta ne aşkira xeyr
ne be sûresêw ne be kałebey
carê le caran min be ser nakey