ya řesûlełła ḧezîn û têşkawim řeḧmetê

ḧewtibend
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 7 Xulek  955 Dîtin
1
ya řesûlełła ḧezîn û têşkawim řeḧmetê
derdî xakî řêt le nûrî her dû çawim řeḧmetê
nařeway bazařî ’alem serkiz û xwar û xefîf
’atîl û bê dîn û dił hestî nemawim řeḧmetê
min be tîrî te’in û lomey nakesanî řozgar
kunkune sîne û dił û ceřg û henawim řeḧmetê
serbes û azade bûm wek tayrî ewcî surûr
êste wa bendî ḧewadîs bote dawim řeḧmetê
bercinêw û le’in û nifrînî nefamanim mexe
ba le sayey fezłî to lar bê kiławim řeḧmetê
min gyakey bin meřî cewr û cefay bê ḧasiłim
çaweřêy enwarî tom tîşkî hetawim řeḧmetê
min segî tînûy byabanî xirapî û zîlletim
zwan ełay dim kewtûyî yek cur’e awim řeḧmetê
ya řesûlełła dexîlek ba neken bê ḧurmetim
zor zelîl û xwar û pest û dił betawim řeḧmetê
řê de ey salarî dîn tahîrNasnava edebî le sayey řeḧmî xot
ey bułendî bexşî dîn û cah û nawim řeḧmetê
2
ey meqamit qap qewseyn ew ednîٰErebî řeḧmetê
ey xetabî ḧezretit yasîn û taha řeḧmetê
ẍayşekêşî be îxlasî buraqit cibre’îlNava taybet
sołî pêt tacî serî ’erşî mu’ella řeḧmetê
ehlî beytit şarḧî esrarî ayatî kelam
çwar yarit çwar řuknî şer’î beyza řeḧmetê
yadî řûy to bû ke agir bû be gułzarî xelîl
nûrî to bexşî yedî beyza be mûsaNava taybet řeḧmetê
ya řesûlełła be qurbanî segî asanetim
pê wiłumTeksta ne aşkira ey serwerî dunya û ’uqba řeḧmetê
kes le řencî xoy wekû min xasîr û bê beş nema
hewrî řeḧmet beḧrî hîmmet, kanî cîdwa řeḧmetê
mûy sipî kirdim syakarî be hîway nefsî şûm
ey sefabexşî derûnî piř suweyda řeḧmetê
key bebê eltafî to min muşkîlatim ḧel debê
yek nîgahî toye ḧellî sed mu’emma řeḧmetê
ya şefî’ alimzinebînErebî sa to penay tahîrNasnava edebî bide
lem ẍem û aw û heway nasazî dunya řeḧmetê
3
ey çiray goşey diłî erbabî ’îrfan řeḧmetê
şemsî ewcî batînî esḧabî îman řeḧmetê
ey umêdî mecme’î piř tefreqey řîndanî dewr
ey hîdayetbexşî zumřey ehlî xuzłan řeḧmetê
pêm xiza xakim beser řencim hemû řoyî be ba
bigre destim ey umêdî na’umêdan řeḧmetê
ya řesûlełła şikatî derdî xom lay to dekem
bełkû lutfî to bika em derde derman řeḧmetê
yarî xom lê bû be eẍyar û gułim lê bû be xar
nûrî min wek zułmete û cem’em perêşan řeḧmetê
gencekem lê bû be řenc û şehdekem lê bû be jar
ulfetim weḧşet, umêdim ye’is û ḧîrman řeḧmetê
min gyakey hełpiřûzawî şerarey mîḧnetim
çaweřêy baranî tom ey hewrî îḧsan řeḧmetê
min leřê wêł bûm û dunyam wek şewezenge dexîl
sa demê binwêne řût ey mahî taban řeḧmetê
’aciz û damawe tahîrNasnava edebî katî lutif û řeḧmete
ey ḧebîbî zatî ḧeq, meḧbûbî řeḧman řeḧmetê
4
diłişkawî mîḧnetim ey diłnewazim řeḧmetê
ẍemzede û bêçare mawim çaresazim řeḧmetê
sewzekey hestîmî fewtan ḧadîsey cewrî zeman
wextî baranî beqaye serfirazim řeḧmetê
wek gułe diřkim le dił wek bulbulim xwênîn sirişk
wek şem û perwaneye soz û gudazim řeḧmetê
ya řesûlełła etoy esłî ḧeqayq el’eman
min ewa sewdaserî fer’î mecazim řeḧmetê
awî çawî, agirî diłî bird, xakî ten řoyî be ba
bê nyaz mawim le jîn, ey cêy nyazim řeḧmetê
şahî dîn ’umrêke min wek ẍunçe xwênî dił dexom
ẍunçekem pişkût û ha mekşûfe řazim řeḧmetê
kes minî nawê, qebûłim ke be eltafî ’emîm
ey surûrî řoḧ û mayey îmtyazim řeḧmetê
her wekû tahîrNasnava edebî le awat bê beş û wamende mam
katî lutfî toye ey awatexwazim řeḧmetê
5
ya řesûlełła ẍemîn û şermesarim řeḧmetê
muflîs û bê ḧasîl û xeste û hejarim řeḧmetê
ey umêdî şermesaranî sefî řojî ḧîsab
ey tebîbî nefsî serkeş derdedarim řeḧmetê
yadî ew cahey ke lam bû bote çahî zîlletim
bîrî ew gencey ke emwîst bote marim řeḧmetê
newbeharim bote payz ’eyş û xoşîm sexłete
bulbulî meḧzûn gułî dił piř le xarim řeḧmetê
serwerîm pamałîye sam û şikohim xwarîye
řence mayem, zehre şehdî xoşgewarim řeḧmetê
min xołî jêr pêy segî dermałî segbananî tom
serkiz û lat û ḧezînim, şehryarim řeḧmetê
bem hemû nalayeqî û ’usyanî bê samanewe
řûm le toye şafî’î yewmulqerarim řeḧmetê
emniwand ew sałe lay her kes wekû zêwî sipî
êste wek berdî řeşî cêge hewarim řeḧmetê
dił peşîmanim wekû tahîrNasnava edebî le kirdey napesend
ey fereḧbexşî derûnî bê qerarim řeḧmetê
6
ey nîşanet feqir û fexrî ka’înatim řeḧmetê
ḧamî û pişt û pena û mayey necatim řeḧmetê
řojî dîwanî ceza agat le min bê bo xuda
ba nexwênin namekey piř seyî’atim řeḧmetê
çaw be giryan, nidił piř agir, sîne teng û dem be ah
pê le bend û serkiz û bê destełatim řeḧmetê
ya řesûlełła gunabar û qebîḧ û řûřeşim
ey sipî řuxsarî xawen mu’cîzatim řeḧmetê
kiştî dił sûtaw leber aw û heway kirdarî şûmim
awdêrîm ke de serçawey ḧeyatim řeḧmetê
danemezrawim leser řêy ettîba’î ḧezretit
sa ’eta ke leḧzeyê sebir û subatim řeḧmetê
to ḧebîbî ḧeq û min menfûrî xelqî řozgar
to şehî kewneyn û min damaw û latim řeḧmetê
to kefî pêt tacî ’erşe û min serim pêmałî ẍem
to şefî’î xelq û min e’sel’usatim, řeḧmetê
řût û qûtêkim wekû tahîrNasnava edebî le bergî îtîbba’
bergî lutifit kafîye şaha xełatim řeḧmetê
7
ey fełek řakî’ leber cah û celalit řeḧmetê
ey zemîn sacîd lebo maçî ne’alit řeḧmetê
dił bedaxe muşkî nafî askekey çîn û xeta
bo sewday ẍalyey çîhrey belalit řeḧmetê
ya řesûlełła cîhanî ’îşq û mîhir û ’atîfet
aferîdey ḧeqqe bo ḧusin û cemałit řeḧmetê
mangî nwê bo ’arfan teqrîrî dersî ’îşq eka
ta le dił xen yadî ebroy wek hîlalit řeḧmetê
ey dił û gyanim be nezrî xakî řewzey etherit
ey ser û małim fîday esḧab û alit řeḧmetê
tûtyay ’eyn alkemalErebîe, tozî pakî sołeket
řiştekey bendî diłe tałî ’egałit řeḧmetê
fîkir û şer’î enbya ezkar û wer’î ewlya
wek tikê barane lay beḧrî kemałit řeḧmetê
wecd û nałey sofyan, tewḧîd û cezbey ’arfan
carîye bo řêzekey xwanî newałit řeḧmetê
diłřeşe tahîrNasnava edebî leber daẍ û suweyday bê ’îlac
sa diłî řûn ke be nûrî bê zewałit řeḧmetê