ger biłêm: yaqûte lêwit; lêwî to řengîn tire

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  780 Dîtin
ger biłêm: yaqûte lêwit; lêwî to řengîn tire
ger biłêm: wek řûte cennet; ew le em payîn tire
seru û bałakey nemamit; gerçî herdû serkeşin
řastîy pirsin le min; endamî to şîrîn tire
kewser û le’lî lebit, herçende herdû yek mezen
ger bibê ferqêkyan hêndê; lebit nûşîn tire
baxçey fîrdews û baẍî tel’etit: yek gułşenin
ẍeyrî wî; gułzarî to: piř ẍunçe û nesrîn tire
şimşî sîmî bê ẍeş û ew sa’îdî billurî to
diłkeşin herdûkî, emma: sa’îdit sîmîn tire
xare û sengîn diłî to, herdû her sextin; bełan:
sexreyî semmay bê řeḧmî diłit, sengîn tire
nafeyî tatar û çînî tuřeket; yek řayḧen
ger tefawetyan bibê; tuřet kemê piř çîn tire
gerçî baz û ẍemzekey to; herdû seyyadin, cesûr
bo şikarî murẍî dił, çeşmî syeh şahîn tire
şořşî çengîz û goşey çawî to, fîtnen benaw
bermela, emma nîgahî to, lewî xunîn tire
sed ke eş’arî edebNasnava edebî, mewzûne wek bałayî to
ey senem! to naz û cîlwet, qabîlî teḧsîn tire