gutim: zułifit leser kułmet, beḧelqe û pêçiş û tabe

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  834 Dîtin
gutim: zułifit leser kułmet, beḧelqe û pêçiş û tabe
gutî: ef’î leser pişko; qerarî pêçiş û tabe
gutim: kewtote gerdabî ẍemî ’îşqit, sefîney dił
gutî: ẍerqî cemalî min, çi bakî mewc û gerdabe
gutim: pejmûrde bû cana, gułî ’umirim le hîcranit
gutî: perwerdeyî wesiłim, hemîşe sebiz û şadabe
gutim: bo çûne le’lî leb, debê we’dey wîsałim bêt?
gutî: le’lî suxendanî, le ’alem taq û nayabe
gutim: diłxesteyî derdî fîraqî tom, ’îlacim ke
gutî: çaret begułbergî teřî xoşřengî sîrabe
gutim: şîrîn dû lîmoyêke memkit, lêm tirş řû bû
gutî: nazî ḧusin, neqdî turincî destî eḧbabe
gutim: gêsûyî piř nêşt; leberçî maylî řûte
gutî: net bîstuwe ’eqreb, meger mayl bemehtabe!?
gutim: sewdaserî çînî dû zułfî ’enberînî tom
gutî: ’îllet besewdaye, le fîkirî řef’î sewdabe
gutim: maçî lebî le’ilit, şewî dî mestî bo kirdim?
gutî: ełbette maçî min, besed şîşeyî meyî nabe
gutim: zułim û sitem takey? bese cewr û cefa ta çend!
gutî: çibkem edebNasnava edebî, emřo cefa bo diłberan dabe