diłřubayî munḧesîr emşew bexałî nusrete

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  828 Dîtin
diłřubayî munḧesîr emşew bexałî nusrete
nûrî bezmî meygusarî, çawî kałî nusrete
têkşikênin saẍer û mîna, weku zułfî bitan
badeyî piř neş’e; maçî lêwî ałî nusrete
berne der şem’ û çira, boçî bisûtên wek emin
aftabî şu’lewer, nûrî cemałî nusrete
mutrîb û řeqqas û çengî, ba neyen bew bezmeda
mutrîb û çengî; dû zułfî, paymałî nusrete
bê sebeb awa nebû; ewşo hîlalî yekşewe
bedrî kamîl; qursî çîhrey bê zewałî nusrete
namewê lew bezmeda bin; şehd û şekker, bo meze
şekkerî şîrîn; ’îtabî tirş û tałî nusrete
diłberin însafen ew eş’arî to; emma edebNasnava edebî
diłřubayî munḧesîr, emşew bexałî nusrete