şewî guzeşte, ke yarî ’ezîz mîhman bû

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  994 Dîtin
şewî guzeşte, ke yarî ’ezîz mîhman bû
řewaqî me, besefa řewneqî gułistan bû
nîgarî me, ke hemîşe diłî be’îşwe debird
dwê şewê benezaketî; hezar çendan bû
le ’eksî nûrî cemałî, weku beheştî berîn
beher teref nezerit xistibaye, ẍîlman bû
le řengî dû lebî yaqûtî û meyî le’lî
bîsatî ’uşretî me, xîtteyî bedexşan bû
dû taqî cûte biroy, wek dû tîẍî biřende
dû sef mijołî seraser, dû ce’be peykan bû
dû turkî bade peristî, dû nêrgisî mestî
beẍemze: tîr û nezer: şîr û naz: fettan bû
şu’a’î tel’etî mahî, le çenberî gêsû
weku ḧelqeyî: hale; mehî direxşan bû
beẍemze: baz û řewş: kew, becîlwe: wek tawis
belence: her weku kotir, beşêwe: ceyran bû
dehanî xunçe gułî, weqtî nutiq û xende û naz
demêkî xunçe tebessum, demêkî xendan bû
bedînî yar, heçî ehlî cem’ bû, mesrûr
meger diłî me; ke lew zułfewe perêşan bû
edebNasnava edebî, wetêmege ew nî’mete, hemîşegîye
ke we yekê le beserçûnî dewrî dewran bû