seba leknim guzergahit, dyarî diłbere emřo

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  771 Dîtin
seba leknim guzergahit, dyarî diłbere emřo
şemîmî ’enber’amêzit weha canperwere emřo
le xewda şew, xeyałî desteyî kakołî yarim kird
demaẍim piř le ’etir û bo û mîşk û ’enbere emřo
dwê fermût ke can û ser, fîday ew xałî hîndûte
bełê fermayşî canan, leser can û sere emřo
beřûda qafłey hîcirit, seray diłmî le xem piř kird
xerabey dił, le lutfî to; ’ecayeb bendere emřo
le textey ’acî řuxsarit, bemû dasî nezer leẍzî
dedawtida, diłî boye le ’emden şeşdere emřo
bebê to, xusrewî ’alem; le lam wek řencî ferhade
bewesiłit řoḧî şîrînim, helahel, şekkere emřo
ẍułamî to: edebNasnava edebî, ta bû, le naw ’uşşaqî bê ser bû
bełê tacî serim boye leseryan efsere emřo