egerçî lezzetî řoḧe, mudam, řetłî mudam

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  782 Dîtin
egerçî lezzetî řoḧe, mudam, řetłî mudam
şitêkî dîkeye emma le destî diłber: cam
behar û fesłî guł û xełwet û besatî çemen
çi xoşe bade, bedestî nîgarî serû endam
beharî par, çi ’eyşêkî berqerarim bû
ḧebîbî xom le kenar û nîgarî xom bemeram
hezar xozge bepar, ew demî ke pêkewe bûyn
le şam ta demî subiḧ û le subiḧ ta demî şam
demê bepencey nazî dedamê saẍerî mey
demê be’îşwe û bazî, deyda sebûḧî ram
demê le xendeyî xunçey begułşeker meşẍûł
demê beẍemzeyî cadûy benêrgis û badam
nîgarî me; eme takey bederd û řenc û fîraq?
wîsał ger nîye mumkîn, mwîyesere peyẍam
xuda çi ulfete, girtûye dił, betuřeyî to
heta le baweşî negrêt, nagrê aram
min û nesîmî seḧergah û bulbulî şeyda
ummêdewarî gułê bûyn, ewan dyan, min mam
beher terîqê dekem; min bebendegîy îqrar
qibûłî bê şehî xuban; eger edebNasnava edebî beẍułam