ta çende nîgara! bewefa, ’uzir û te’ellul
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
1 Xulek
1005 Dîtin
ta çende nîgara! bewefa, ’uzir û te’ellul
çonim becefa hênde bibê: sebir û teḧemmul!
min: dił dedem û to: destênî bete’ennî
lem bey’ û şera, hênde çi lazim bete’emmul!
herçende weku: mû, bestem bimxeye jêr pê
dîsan be’etek tomeweye: destî tewessul
hêndey mexe bin be siperî mû; xałî syeh řû
hîndûbeçe çi bû perwerşî sayey sunbul!
yařeb! ẍemî ’îşqit çi bełaye bû; becarê
erkanî qerarî minî wa xiste tezelzul!
tûlî şewî hîcirit, diłî řencûr dezanê
bîmar xeberdare, le şewgarî temellul
subḧane! çi zîbendeye ew qametî ře’na
yek ’îşwe û dû lence û sê naz û tedellul
ew sa’îde sîmîne; meřencêne bemercan
meḧbûbîy guł’endam, çi ḧacet betecemmul!
ḧeqqa, ke řewanbexşe: sebûḧîy le kefî to
xasse bemezeş, sêwî zeqen bigirme naw qul
nałêm ke: edebNasnava edebî qabîlî dîdar û cemale
yadî lebî toy kafîye bo: ’îşq û teẍezzul