cana befîday ẍunçeyî nazî dehenit bim
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
1 Xulek
1334 Dîtin
cana befîday ẍunçeyî nazî dehenit bim
qurbanî gułî gułşenekey nesterenit bim
herçende kewa diłşeknîşe, xemî zułifit
qurbanî xemî zułfî şiken, derişkenit bim
bałat weku narewen û ẍebẍebeket sêw
sed care befîday sêwî berî narewenit bim
fermûte ke:nutqî mine, wek neş’eyî sehba
qurbanî kelamî weku badey kuhenit bim
qurbanî cewabî şekir’amêzî ’îtabit
min çim! ke muqabîl bexîtabî suxenit bim!
ew řoje, ke dû zułfî weku dû řesenim dî
zanîm ke debê besteyî çahî zeqenit bim
wełłahî ke bîdem behemû lezzetî cennet
yekdem le semenzarî guł û yasemenit bim
sed bilbilî şeydat giriftare begułzar
satê emnîş ba le temaşay çemenit bim
’îşqî edebNasnava edebî û tel’etî to; karî xudayîn
to; wek bitî zîbay û debê min şemenit bim