dulberê wa bê, ke emřo ziłfî ’eyyarî deka
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
1 Xulek
1241 Dîtin
dulberê wa bê, ke emřo ziłfî ’eyyarî deka
qutbî bestamî bedînêk; meylî zinnarî deka
xencerî ẍemzey le cergim dawe, bê ḧałî ewem
merhemî zexmim ḧewałey zułfî xunxiwarî deka
dił besed xwênî ciger; xunçey geyandê bo gułim
ew řeqîbe gebre êsta, men’î gułzarî deka
min qerarim bû: debê bê, ta besozêk bay seba
bê qerarî bû, qerare zułfî teřarî deka
dił beçawî mubtela bû; zułfî zengîy ḧebsî kird
kafre; herdem beterḧê řenc û azarî deka
ger bequwey ’eskerî şahan cehangîrî deken
diłberim tenya beyek ẍemze cehandarîy deka
men’î ’aşiq bo deka; ’aqił le ’îşqî diłberan
’aşiqî bêçare çi bika, ḧusne naçarî deka
pêm dełên şî’rî edebNasnava edebî, ya sîḧre, ya cadû, biłê
şî’rî min: cadû beyadî çeşmî seḧḧarî deka