řûmetit bedrî munîre, perçemit wek mişkî nab
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
2 Xulek
1378 Dîtin
řûmetit bedrî munîre, perçemit wek mişkî nab
lew: xeceł ma aftab û lem: şika, qedrî gułab
’îşqî to, demsaze bome; ger fîraqe, ger wîsał
nutqî to, can bexşe bome, ger xîtabe, ger ’îtab
ger ḧîcabî ’îsmemete, ya ḧesrete bo minî hejar
me’cerit lade le řû to, wexte hełgîrê ḧîcab
ba ẍerîqî beḧrî hîcirit bim, weku nîlufeřîş
dûr bedûr xo hem beraber: bew cemalî aftab
bê ḧisabin kuşteyî peykanî ẍemzey çaweket
ger weku emsalî ême, bêne ser ḧed û ḧîsab
tewsenî xot rame bo eẍyar; çî bê ey ’eceb!
ger degate bextî me; ew serkeşêke, bed řîkab
hênde řawesta le dawên, awî firmêskî fîraq
boye wêsta; eşkî dîdem, qetreyek û sed ḧubab
tuřeyî şewřeng û xettî sebiz û zułifit kafîye
bo ’ezabî me, çe lazim; bend û zincîr û tenab!
bo nîsarî meqdemit, leknim ’ezîze canî xom
boye bo îsarî canî xom heme hênde şetab
lewdemey hatûme dergahit, be’ummêdî nyaz
ẍeyrî baranî sirişkî xom nedî qet fetḧî bab
diłbera! bê mîhrî to, řoj û şewî tare edebNasnava edebî
bawcûdî lutfî to, ger dozexe: nî’me alim’abErebî