saqya! mey zedey badeyî parim bexuda
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
2 Xulek
1451 Dîtin
saqya! mey zedey badeyî parim bexuda
têke bom camî şerabê ke xumarim bexuda
neş’eyî bade miḧałe, eserî bome, ke min
mestî badey lebî wek saẍerî yarim bexuda
ger xumarim, ne xumarî mey û cam û badem
mestî badey lebî gułřengî nîgarim bexuda
şoxî tersa beçeyê; ẍaretî dîn û diłî kird
ne diłî hêşt û ne taqet, ne qerarim bexuda
ey senem! tabekey ew ’îşwe û ew naze; bema
ke nema taqetî barî xemî yarim bexuda
çi biłêm çone le dûrî qedî to, ḧałetî min
çî biłê zîlletî min, yek behezarim bexuda
boçme zeḧmetî peykan û bezêhkirdinî tîr!
minî bêçare, beyek ẍemze; şikarim bexuda
ba wicudî ruxî ew, boçme gułzarî behar!
teł’etî gułşenme, řûye beharim bexuda
’alemî wesłî le dinya, çexoşe ger dest da
min le hîcranî ewa, zar û nizarim bexuda
qedî to: serwe û kenarî mine: cobarî sirişk
çi sizaware, eger bêye kenarim bexuda
dayma can bekef û destî tewazu’ bekemer
gwê be’awazey firman nisarim bexuda
gerçî ew merḧeleye nabeme ser, beyeqîn
ta be’axir nefesîş řah siparim bexuda
qet mefermû: ke edebNasnava edebî ’îşqî mey lê bote hewa
ser bigate felek; ew zeře ẍubarim bexuda