ebroyî keşîdet le pena tuřeyî sewda
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
1 Xulek
1385 Dîtin
ebroyî keşîdet le pena tuřeyî sewda
mahêkî newe; goşeyî kêşawe le şewda
fermûte: debê gyan befîday tîẍî birokem
ey mahî dû heqte; beminit mujdeyî newda
xał û xetî ber ew gerden û sînet
şaysteye sed te’ne; le xał û xetî kew da
emşew, ke gutim: derdî diłim, çî heye deyłêm
ḧeyfê; ke demî wesłetî to, kurte le şewda
nemzanî çîye sîřî dehanî weku nuqtet
xoy nuqteyî mewhûm û cîhan qeydîye lewda
hemders kenîn: bextî min û çeşmî syahit
boçî weku: yek řoj û şewn,herdû dexewda!
sofî; ke dwê men’î emey kird û melamet
emřo le xerabate; ’emamey le girewda
herçende meta’î suxen; em ’ehde kesade
emma guherî şî’rî edebNasnava edebî her le birewda