pîr mîkayl

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 3 Xulek  1009 Dîtin
1
kesî dîdexte be awat cêgey egořê le zewî
befeřî cêgeyetî başî û hełkewtî ewî
bêne çek zencî çîye toş ke sipî û şoxî lewî
bigeřê daku hewargey beferit bo desda
dabmezrê lewê da hełbikewê pyawî gelit
ger awatit heye bo berz û biłindibûnî gelit
têgeyştû bû silêmanîye řêy bar û řewî
 
2
fe le asmanewe dêt wa deřjête goyje
bedîwî şarezûra danewêłe û awêje
bedîwî şare bazař baẍî biłindîw lêje
bo silêmanî fene û hoşî serew zanistî
şadî û diłgeşî û xoşî û mîhman newazî
şoxî û merdî û bêbakî û ser efrazî
wa le daxî feřî goyje kejî elburz gêje
 
3
têbge pyawgelî çend gewre wu zana wu edîb
elewê pêgeyîwe ḧakim û serkirdeyî tîp
şêx û serdarî terîqet, here westayî ’ecîb
debdebey şahî bebeKes û qudsîyetî mewlanaKes
’îlim û fezłî û, quweyî şî’rîyeyî şêx me’rufKes
herdû ’îlmî le kemala buwe şêx kak eḧmedKes
xarîqul’adey ełên ḧeyret eda karî ẍerîb
 
4
şa’îranî bijmêrim hemû nabin kote
nalîKes hawşane legeł şa’îrî ełman coteKes
begiřn kurdîKes û salimKes weku gîrpe bote
şî’rî meḧwîKes teř û şîrîn û besoz û çake
behezaran le hezar cêge dyarî û peyda
şa’îrê xełkî silêmanîCih buwe û êste heye
eme şîrazîCihy gelî kurde legeł ew cûte
 
5
le hemû cêge pyawê serî berze û dyare
le hemû komełêda lawê kiławî lare
le hemû mes’ele zanayê ewî hoşyare
le hemû dewłetî şerq pyawî ewî bote wezîr
le hemû leşkerê serkirde û salar û emîr
kirdeyî karî çekî matnî westa ḧuske
derî xist kirdey ewê deste gułî bazaře
 
6
amedî deşt û çyay dewê le endaze beder
heye şarêkî tirî wek emebê wa piř feř
heye xoştir bê welê amedî zor zor kemtir
le hemû katê ewê her weku cejney şaran
le hemû fesłê lewê cunbuş û bezim û seyran
eseł em xercîye bew core lewê her hate
des biławî nebê nîştey debne řokeflerKes
 
7
bîst û no sałê, lemew pêş leşewê katî seḧer
têpeřim kird le seywan, hedefim bû ’îlim û huner
çûme zîrîwe lelay pîr mîkaylKes bo feř
bedił amadeyî feyzî ke elew pîre bibî
ke firîştey weḧîy şî’irim bo hat
lem deme çonim ezanî elewê wam lêhat
be silêmanîCih esîrîNava taybet lewewe minit ber