’îlme mîllet jûr exa
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
847 Dîtin
ger şewey cehil û tekebbûr bitguşê sernakewî
xot biřazênî bewryabûn û zanîn, nakewî
bo biłindî koşşî pêwîste aram û sebat
řaḧetî gyanit bwê, lawî weten, hełnakewî
fêrî fen û kargerî û, zanîn û dînit řagrî
hênde zor gewre debî, destit bedest kes nakewî
cêge dîwanit debête qîblegahî xas û ’am
her weku qutbî cîhan, bo dîdenî, bernakewî
pek xerî serkewtinit her muşkîlêkit hate pêş
xotî têxe hîç metirse, wa nebê dernakewî
’îlme mîllet jûr exa, cehle weten berbad eka
tûşî erbabî cehil bî, heq weye lêy lakewî
gyanit ałûdey ’îlim bê, cwane hoş û bîrî to
ey esîrîNasnava edebî tûşî ’îllet bî, leber ẍem dakewî