me’rûf cyawuk
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
764 Dîtin
kurdî gurdî eger diłit pake
pêt biłêm řêgeyî řastî û çake
pêt nîşandem le kurdekan gewra
serwerî řast û pak û bêbake
nawî me’rûfe, nawbangî cyawuk
bide sîne le řûy zewî take
kargêřran û kirde wu zanîn
girde lew, bêcge bîrî hîwa ke
suqratKes û erestoKes û eflatûnKes
wa debûn ger bwayen êstake
nerdî feřîn û bext û hatit ewê
pêy bige destî bigre xêrake
hele nûsîn û dostî û dînî
çake tałane lay, de heřake
pyawî wa jûrî bê esîrîNasnava edebî gelit
berze bextit ejî debřiwake