me’rûf cyawuk

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  708 views
kurdî gurdî eger diłit pake
pêt biłêm řêgeyî řastî û çake
pêt nîşandem le kurdekan gewra
serwerî řast û pak û bêbake
nawî me’rûfe, nawbangî cyawuk
bide sîne le řûy zewî take
kargêřran û kirde wu zanîn
girde lew, bêcge bîrî hîwa ke
suqratPerson û erestoPerson û eflatûnPerson
wa debûn ger bwayen êstake
nerdî feřîn û bext û hatit ewê
pêy bige destî bigre xêrake
hele nûsîn û dostî û dînî
çake tałane lay, de heřake
pyawî wa jûrî bê esîrîPen name gelit
berze bextit ejî debřiwake