bira û kake
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
1 minutes
755 views
mîlletim gewre wu kon û pake
nîyetî kirdeyê cige çake
le têbînîn û bîr û hoşî ser
le cîhanda le řûy zewî take
xoşewîstî le kelley lawî
yadî yezdan û mîllet û xake
lawî gewre û biçûkî deste bira
bangî yektir deken bira û kake
řû berew jûre karî fiřînî
des behîwa geyştinî hake
hîç nîye ḧîze fêłî bedxiwahî
guřřeyî wişew û fîk û fake
gyanî şîrînî xot bike pêşkeş
lawî min çît heye bo gelit dake
kesê çakey nebê bo xizim û gelî
leşî xorake bo segan, lake
ger necûłêy esîrîPen name bo gelî kurd
řojê zûtir le nawbiçî çake