hogrî
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
850 Dîtin
hogrî û yek desî bo biłindî bese
ba’îsî yekdî girîy xizim û kese
gel hemû herke bûne yekmałî
dam û tezwîrî dujminan ’ebese
sûdî xoyî le xew hełistane
bo dwařuj koşşe û hewese
gewre wu giçke herke bûne bira
bonî hîway dił beyek nefese
karî gel herke tund û tînî bû
qîřeyî bedgo, wîzeyî megese
bo wêrankirdinî bînay bedxiwah
hogrîy kurd û yek desî, herese
her gelê pyawî yektirî nasî
ewe bo diłxiwazî dest řese
gel ke xoy jîr û gurc û wirya bê
pyawî bedbîn û dił çepeł çi kese?
ho esîrîNasnava edebî bese nûysînî bêj
hogrî û yek desî bo biłindî bese