ne kurdistan weku carane ne min
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
883 Dîtin
kejî kurdistan piř piř le feře
weten bangit deka heste deheřa
le dûrî cyayî řûy befeřit
le jana bendî sî wu cerg ceřa
ne kurdistan weku carane ne min
gel û nîştiman û kirde giştî gořa
gułî baẍ û nîgarî xoşewîstî
le çîmenda leyek nîştûne şeřa
gułî kułmî şirînî newciwanî
peřey lale le ’eksî berqî diřa
le dengî bulbul û qumrî û kew û poř
miroy merîx û jape gêj û keřa
mela basî beheştit bo dexwênî
were min pêt nîşandem bêye ser řa
çyaş gunbedî mizgewtî dinya
le banî bangî kurdî zû bû dira
bebê endazeyî newt û zeřu zîw
lexor’awa beyêkca dengî ziřa
le dûrîy řûyî tû û derdî nîştimanî
perêşane esîrîNasnava edebî bê deheřa