kêye řeḧimit pê bika?

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  1113 Dîtin
kurde wa fetwa dirawe bo cewazî kuştinit
çare wu melce’ nîye, teḧqîqe emca mirdinit
wa muḧeqqeq detkujin, detken be nîşaney tifeng
ba dewamî bê beřastî şořş û şeřkirdinit
herçenê şêx û mela û aẍa û ře’îsî kurd heye
giştyan hełwasran besye le ẍefłet nûstinit
taze umêdit be kêye, kêye řeḧimit pê bika
dujminit daym le parêze zyane wêstinit
şêx ’ebdulqadrî neclî ’ubeydułła ewa
bê xeta hełwasra ta key bê dujmin wîstinit
dujminit wa eslîḧey xoy saz eda bo kuştinit
hełse pê, faydey nîye emřo leser pişt kewtinit
xûn wekû sîlawe deřwa sûre deşt û şîw û şax
ẍîrete şew ta seḧer, řaḧet le cêga nûstinit?
şîwen û hawar û quřpêwan û ah û ḧesrete
şertî însafî nîye em ḧeqqe bo gił birdinit
kurdî bêkes îttîfaqê to legeł xizimit bike
ger peşêwît la belakey, kake pêk dê wîstinit
ger be fen û ’îlim û sen’et key, esîrîNasnava edebî î’tîmad
bê şike mumkîn debê ew care dujmin xistinit