şînî sałḧ zekî begî saḧîbqiran
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
1061 Dîtin
nebû ey pyawî çak çaxî nemanit
bo gel lem çerxe pêwîst bû jyanit
ledaxî gel zwanim bestirabû
ledaxî to kirawe bo beyanit
ledaxî koçî to dił bû besûtû
egerçî bo beheşte řêy řewanit
ke cêt hêştîn û inca lêt geyştîn
çilon bû bo gelit hewł û dewanit
pyawî leşkirî zana û hoşeng
kelênî xiste qulley gel nemanit
leşt gerçî nema, gum bû leberçaw
demênê taku kurd mabê, nîşanit
gewahî û bełgey gewre û buzirgît
le dûy xot, cê nemanî mułk û małit
beme zor berz û baławu bułindît
heta ewcî felek çû nawwinîşanit
dełê ew dewłetey cêma lepaşt
bese ew nawî çake bo beyanit
nebû kurtît le karî çake bo gel
neşt kird hîç dirêẍî nan û xwanit
le ẍufran hateder te’rîxî çûnit
lebo baẍî beheşt cêgîr û manit