bawepîre

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  1248 Dîtin
ey diłî naşadî min, ta key bê, enduh û ẍemit
mêşkî xulyayî min, ta key bê, coşîn û temit
sîneyî buryanî min, ta key bê girpey sûtinit
cergî zamdarim, heta key êşî zam û mîḧnetit
ḧeqqe wełłahî ẍem û sûtan û ahu ḧesretit
nîştiman wêrane, sergerdane pyawî mîlletit
bawepîre to çîye wa ’aciz û sist û xemî
hênde firmêskit deřêjî, ẍerqî xwênaw û nemî
dest û pê û kellet delerzê, tûře wu dił piř hemî
dem bedem perpût ebî, herwa leser xwar û kemî
ḧeqqe wełłahî ẍem û sûtan û ah û ḧesretit
nîştiman wêrane, sergerdane pyawî mîlletit
qeyre to bo çî kiz û mat û melûl û ser firoy
derdedar û diłşêwaw û tund û bêzarî le xoy
wa perêşan û şêwawî nazanî kê wu le koy
ḧasîłî ’umirit seraser ahî serd û ay û oy
ḧeqqe wełłahî ẍem û sûtan û ah û ḧesretit
nîştiman wêrane, sergerdane pyawî mîlletit
lawî şîrînim çi qewmawe weha tûře û hełey
zerd û lawaz û leř û wişkî weku darî çełey
cûłe wu niqqet biřawe her weku řêwîy tełey
her xerîkî hat û hawar û girîn û welweley
ḧeqqe wełłahî ẍem û sûtan û ah û ḧesretit
nîştiman wêrane, sergerdane pyawî mîlletit
sawe to bo çî ezîřênî û enałênî beşew
çawî piř xwênit beřoj û şew, demê naçête xew
tozê danakasrêy, sirk û siłî wek beçke kew
hogrî bab û kest nîy, řût le koç û bar û řew
ḧeqqe wełłahî ẍem û sûtan û ah û ḧesretit
nîştiman wêrane, sergerdane pyawî mîlletit
to esîrîNasnava edebî bo çî tengawî û melûlî û derdedar
wat ewê têkçê zewî parey bibête sed hezar
wateqê giştî bibête řêze wu toz û ẍubar
bełku řizgarî bibê kurdî perêşan û hejar
ḧeqqe wełłahî ẍem û sûtan û ah û ḧesretit
nîştiman wêrane, sergerdane pyawî mîlletit