nîqotîn

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  692 Dîtin
bo çî řołe tał ekey bemjînî tinbakoNava taybet demit
sist egey bew dûkełe bunyadî şîrînî leşt
maddeyêkî zehrî tyaye nawî nîqotîne ew
detçirûsênêtewe, bê feř eka řengî geşt
syû cergit pê eka jarî, nefis tengaweyî
koke wu sîl û serasî firte, kem hêzî beşt
tirsinokî û gêj û wêjî û şewnxûnîş berterf
axrî řojêk ebê namênê bîru hîmmetit
çaxî pîrî kul ebê lêw û çenaget xwar û xêç
řoj û şew sersim edey wek bazî quçaxî řeşt
ew dirawey wa timakoNava taybety pê esênî bo sûtin
řojê bo ew dirheme giř egrê dûdî ḧesretit
ger xezînetbê meke meylî timakoNava taybet lawî min
ew dirawey wa bewî dey bîde pêwîstî gelit
amedî kurdustane boye deykêşim mełê
balecêy ew abrîşim pêk bênê pyawî mîlletit
qeyre wu pîrit esîrîNasnava edebî gerçî gwê naden beme
wek kelamî qudsîye lay sawa û lawî newřest