emîn û zekî
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
939 Dîtin
zor le jûr hoşî xełke zanînit
hîç weku xoy nebûge nûsînit
ho wezîrî geyandin û kirde
dem bedem lar û xware bedbînit
xot weku naweket emîn û zekî
her bepêy payete xûyî sengînit
şêxî sîna yekem le arîy asî
duwemînî begoyşî kurdînit
bem hemû bîrukarî dewłetîye
bem gelê nûsrawekey bû nûrînit
çawî bedbîn kor û, çawî gel
řûn eka, nexşecêy řengînit
çe hunerniwîs leser nûysî yek
hunere serlenwê nûysî mêjînit
çake nawit binên emînî fîsaẍor
pitrîş min dełêm, ger nebê qînit
wîstinî jînte esîrîNasnava edebî le xwa
bo gelit feř û bexte her jînit