wekû kuştey qesab ey dił çîye wa ẍerqî xwênawî

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1356 Dîtin
wekû kuştey qesab ey dił çîye wa ẍerqî xwênawî
le goşey bêkesî da’îm leẍemda mat û damawî
eger fermûy le qetlî ’aşiqan bêbake em şoxe
hezarî kuştuwe wek to qedî lawlawîy û lawî
le te’rîfî biłêm çî ba qełem derçî biłêm herçî
tewaw nabê beçî ewsafî pêçî perçemî xawî
çi seyyadêke, sed weḧşî le çînî pirçî pêçawe
xełasî to nîye ey dił le dawî zułfî badawî
eger feřzen ’edû bêtin bibînê çaweyî çawum
le bo min xwên debarênî leser dû çaweyî çawî
diła, dêwaneyî xote ke yar bêmeyle êstêke
dena ew her leser ew ’ehde mawe to eger mawî
mełên safîNasnava edebî ke êstêke leyadî yar nîye yaran
le diłda fîkirî diłdare û hemîşe zîkir eka nawî