ew cane çi canêke ke cane be cwanî
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
2003 Dîtin
ew cane çi canêke ke cane be cwanî
ew ’arîze penhane çi gencêke nîhanî
peykanî mujey nawete ser qewsî dû ebroy
boyê le ten û canewe xwên dê be řewanî
ger fexir bika yar leser ’alemî bała
lêy dê ke şehenşahêke bê ewweł û sanî
zahîd eger înkarî dekey dîdenî xûban
cehlêkî murekkebte nizanî ke nizanî
bo qudretî ḧeq şahîde sermeşqî cemalî
bo nûrî xuda sabîte î’cazî dehanî
bo man’î ẍem kafîye ew nûrî cebînî
bo def’î elem şafîye ew şehdî lebanî
behrêke le mîḧrabî dû ebroyî nîgarit
dest nakewê bem zuhd û řîya ta’etî fanî
bo damenî yar çûm bigirim pêkenî fermûy
ew tirse heta key were êstaş le emanî
safîNasnava edebî le hewa nuqte hetakey wekû peřgar
lem dewre geřê řû bike lay dersî me’anî