’ezîzêkim heye îsim û be cîsma yûsfî sanî

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1898 Dîtin
’ezîzêkim heye îsim û be cîsma yûsfî sanî
hezarî wek zuleyxa ḧepsî nêw çahî zenexdanî
le sed fersengewe bo çawî nabîna zyabexşe
hezaranî wekû ye’qûb le bonî ’etrî zulfanî
le nêw xakî ’ecem takû ’eřeb, serḧeddî řom û kurd
şehî wa nabê esła, saḧîbî muhrî silêmanî
be însaf ger temaşaken serapa ’eybî lê nayê
cemalî yarî min bo ehlî dił gencêke penhanî
le bo fermanî yarim herçî gerdin keç nebê yaran
le jêr pêy cehlewe ser dadenê wek şêxî sen’anî
metafî salîkan û řehnuma wu ke’beyî ’uşaq
derbazî xuda, kanî wefa, sułtanî geylanî
eger sułtanî dunya bê geday derganekey toye
be nazî xot nyazî pê kerem key safîNasnava edebî hîranî