fîdat bê řûḧî şîrînim heta key dił perêşanî
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
2237 Dîtin
fîdat bê řûḧî şîrînim heta key dił perêşanî
bełayê wat beser hênam çi kes dermanî nazanî
zemanêke le goşey bêkesî řencûrî toye dił
ḧebîbim ke’be keç nabê eger xot bêye serdanî
kesê lem ’esre neydîwe beşer wek to be şîrînî
teḧeyur ma le teswîrit eger neqaş eger «manî»
le mindałêwe tewqî bendegî tom her le estoye
wekû qumrî denałênim ’ezîzan diłberim kanî
were ser çaweyî çawim binoře seylî xwênînim
qyasî nakirê esła be ḧewz û coge wu kanî
biłêne şoxekem takey le dûrî her binałênim
wekû ’areb çîye carê ke destim gate damanî
heta êstêke meşhûr bû be bednamî le ’eşqî to
çi bakî lomeyî ẍeyre lemewla safî hîranîNasnava edebî