cana bese bêmeylî demê řûyî wefabê

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1008 Dîtin
cana bese bêmeylî demê řûyî wefabê
ta çende diłî zar, be azar û cefa bê
na’îbî xeyałî tuwe ẍem boyê le diłda
ẍaretgere bo ’eqlî minî xanexerabê
herçî le teřef towe beserma bê bequrban
pêm xoşe, biła bê le diła gerçî beła bê
xałî nîye esła le tecellayî cemałit
herçî le serata be sema cîlwenuma bê
şe’nî tuwe bo cîlweyî me’nî hemû ’alem
lahûtî û nasûtîye gerçî le ḧîsabê
xałî le ḧîmayet nîye bo ’aşiqî mehcûr
xoy dêtewe herçend be xeta bê, be xîtabê
îsbatî wicûdî tuwe eřwaḧî ferîqeyn
tesdîqî elest çi «ne’em» bê çi «bela» bê
cuz’êkî sîfate dû cîhan eweł û axir
sîřřêke le zata çi xefa bê çi cela bê
safîNasnava edebî be umêdî tuwe gerçî le ḧîsabit
řûy me’zeretî zerde bifermû le çi la bê