eman lomem meken yaran minî kuşt hîcrî leylayî

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1270 Dîtin
eman lomem meken yaran minî kuşt hîcrî leylayî
leber eşkî dû çawanim řijawe nûrî bînayî
ewa ceyşî fîraq xwênî řijandim derçû lem nawe
dexîl şahî wîsal to mêłe xwênim çê bexořayî
le lay xom îḧtirazim kird le narî dûrîy canan
le nakaw şu’lewer bû dił sûta perwane asayî
lebeynî ême şerit wabû cudayî yek nekeyn hergîz
wefay ’ehdit nebû qurban becêt hêştim be tenhayî
be ummêd daneyî xałî lebî canane meşẍûł bûm
ke nemzanî le nakaw hate estom damî řîswayî
ẍerîb û natewanêkim ewa hatûme derganet
be sehlî nařwa qurban eger xot ney le hanayî
eger safîNasnava edebî meramit hatnewey yare biłê da’îm
meded ya mustefay şamî, dexîl ya şahî beẍdayî