xuda řeḧmê be ḧałim yar ewa birdî be diłmayî

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1261 Dîtin
xuda řeḧmê be ḧałim yar ewa birdî be diłmayî
le ser hoş û le ten taqet, le dił sebir û şekîbayî
le layê arezûy wesił û le layê diłişkistî yar
gurîs naga be yek la çon ega ger bê be dûlayî
ne lew cêgey ẍerîbîm dê tesela û ne weten aram
çi çarey dîke şik nabem be ẍeyrî şêt û şeydayî
ke herçyekim beserhat lew wefay dił bû cefayî yar
le beynî herdû lawe xwênekem wa çû be xořayî
dezanî boçî goşey bêkesîm girtuwe ledûrî yar
xeyałî ew řefîqey bû diłî řîswa le tenhayî
ela ey dostanim dastanî dił tewaw nabê
meger řojî ceza bêtin le xizmet şahî mewlayî
hewayî leylekey bêmeyleye dił waleye safîNasnava edebî
syaxaney derûne şořşî mecnûnî seḧrayî