yaran kujrawî nazim sebirim le dił nemawe

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1332 Dîtin
yaran kujrawî nazim sebirim le dił nemawe
’aşiq be çawî bazim, key řûy deka bem lawe
azarî derdî dûrî, penhan nabê le sînem
nałe û fuẍanî min wa le gwêy ’alem geřawe
dûdî ahim be da’îm deçête çerxî gerdûn
be narî ’eşqî canan cergim weha sûtawe
ta ḧeşrê xak weser kem, teskînî qelbim nayê
bay seba meger bênê xakî derî beẍdawe
gerçî le neqsî xome bê îltîfate yarim
emma le qapî řeḧmet ’asî key derkirawe
herçend ’eciz û meraret hemûm dênê le hîcran
umêd waye lelay yar ke bes bî lemewlawe
safîNasnava edebî leber derganet kewte ser xakî zîllet
çaweřêy lutfî toye, cana le řêy xudawe