le tawî çawekey mestit dûçawim piř le xwênawe

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1337 Dîtin
le tawî çawekey mestit dûçawim piř le xwênawe
ḧenayî pencekey destit be xwênim řengî hênawe
ewey derdî fîraq pêy kirdûm esła beyan nabê
lenêw îslamewe nebuwe lelay kafir neqewmawe
heta mirdin binałênim le ẍem teskînî dił nayê
le sozî fîrqetî canan weha meftûn û şêwawe
deway wesłî nebê esła şîfay derdî diłim nayê
le řêgey xwa ’îlacêkim biken, takû nefis mawe
biłêsey awrî dûrît weha cîsmî minî sûtand
be da’îm dûkełî ahim deçête ’eřşî e’lawe
le bedbextîme boye leylekem bê meyle derḧeq min
sebeb tûlî şewî hîcrane, tal’ her le xew mawe
le safîNasnava edebî ger depirsin boçî wa pejmûrdeye êstê
le xizmet yarî dûre boye wa ẍem dewrî lê dawe