coybarî çawekanim řûy zemînî girtuwe

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1578 Dîtin
coybarî çawekanim řûy zemînî girtuwe
boye seḧray sînekem sebzey ẍemî şîn kirduwe
ey řefîqan men’î nałînim meken bê’îxtyar
ḧałetêke mubtelaye dił ledestim derçuwe
nasîḧa we’zî sebûrî damede bê faydeye
min le mektibxaneyî ẍem dersî ’eşqim xwênduwe
xot eger bêy bimkujî xoşe lelam emma řeqîb
wa dełê meḧbûbe qetlî toy be gwêy min kirduwe
hîç kesê nayê be hawarim lelay ew ’aleme
wa leber nałe û fuẍanî min qyamet řabuwe
def’eyê bo ser nexoşanit eger bêy ey tebîb
derdedaranit lexoşî to şîfayan hatuwe
’umrekem serfî wefat bû merḧebayêkim nedî
wa dezanim řûḧekem meylit leser min laçuwe
dûr le bałay to bînayîm kwêre hełnayê be kes
řoj û şew bêdare çawim, wa mezane nustuwe
ḧałî «safî» ger depirsî wa le des hîcranî to
mat û mebhûte le goşey bêkesî danîştuwe