be ebrot kujawim diłim piř zuxawe
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
1794 Dîtin
be ebrot kujawim diłim piř zuxawe
birînî derûnim dûbare kulawe
bew dû çawe dił kujawe
yar be qetiłim emrî dawe
le damênî zulifit çi nûrêk ’eyane
le axîrî şewda sifîdey beyane
ew beyane çende cwane
kuştimit bew perçemane
ke dewrey le řûda be dû zulfî xawe
sema hewrî dagirt û řoj kewte nawe
le dû lawe lûl û xawe
mare dewrey gencî dawe
le ’eşqit dû çawim hemû dem be giryan
le tawit henawim hemû bwîte buryan
dîde giryan, sîne buryan
’aşiqî tome be qurban
sîweyl day le kułmey legeł lêw û zarî
be sur û sipî xunçeyî newbeharî
lew ’uzarî guł debarî
çend şîrîne lêw û zarî
ke çawî xumarî bizawit ew benaze
be carê birîn hełweşan bûne taze
dîde baze çend benaze
bimkuje gerdinit aze
ke wa xanewêrane safîNasnava edebî le dunya
le tawî gułî řût buwe şêt û şeyda
şêt û şeyda kewte dunya
řeḧmî pêke sa le řêy xwa