min ke wa meḧrûmî yarim padşahîm bo çîye

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1420 Dîtin
min ke wa meḧrûmî yarim padşahîm bo çîye
wa be derdî wî giriftarim, jyanim bo çîye
nî’metî dunya be maye key ḧîsabe bo diłim
bê meta’î çawekey sûd û zyanim bo çîye?
namewê baxî wenewşe û sunbul û řeyḧan û guł
xunçeyî lêwî nebê baxî gułanim bo çîye?
namewê esła jyanî xom bebê dû lêwî yar
awî ḧeywanim nebê řuḧî řewanim bo çîye
xakî ber derganekey sed baẍî fîrdewse le lam
astaney wîm nebê qesrî cînanim bo çîye?
ger ẍulamîm pê keřem ka padşahîm key dewê?
cêm leber dergane bê, řutbe û nîşanim bo çîye?
çim le cêy ’îsayî meryem safîyaNasnava edebî bê wesłî yar
řutbeyî e’lameqam û lamekanim bo çîye?