dûbare çerxî keç řeftar be kîney min hełsitawe

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  954 Dîtin
dûbare çerxî keç řeftar be kîney min hełsitawe
çi sûçî min nîye wa xûy bedî hêşta leser mawe
tesellay ’aşiqan çon dê le dewranî felek, heyhat
ke em aşûbe êstêkeş le beyna sułḧî nekirawe
bînayîm kem buwe ya řojî hîcran tarîye yaran?
syayî tal’î ’uşaqe, ya zułfî peşêwawe
şewî fîrqet gelê tûlanîye xom naxewm emma
ke çibkem bextî bed hełnastî da’îm le xew mawe
wekû ’areb ke dest û damenî êwem ’îlacê ken
diłî qeqnes mîsalim wa le kûrey sîne sûtawe
le dest tabûrî ẍem êstêş esîrî dił be mezłûmî
welê çi bika qumandanî fîraqe emrî wa dawe
le layêkî cefay yar û le cayêkî bełay eẍyar
řehayî zeḧmete safîNasnava edebî çi lem lawe, çi lew lawe