derdî dûrîm çeştuwe jehrî fîraqim noşîye
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
1648 Dîtin
derdî dûrîm çeştuwe jehrî fîraqim noşîye
boyê ke xoşîm nexoşî û nexoşîm xoşîye
aşî bextim bawî ẍem gerdûn degêřê boye wa
mayeyî ’umirim belaşew wa pełasim poşîye
řoj le fîkirî ’arzî, xorakî min خۆێنی diłe
şew beyadî zulfekanî nûstinim bêdarîye
dił nefame ger biłê ’eqiłim bo lay leyla deçim
her be mecnûnî dega pêy, quř be ’eqił û hoşîye
asnê sard bû lepêşda dił le bê yar û keçî
gerçî êstêke le kûrey ’eşqî da’îm coşîye
wa behar hat sofî esła sa cilî nawê, keçî
bo řya bermarekey da’îm be şan û doşîye
şeř legeł bextî bed û çerxî keç û dunyayî dûn
meyke safîNasnava edebî nef’î wan nabê be se’î û koşîye