perêşanîm le ḧed derçû řefîqan car her ew care

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1321 Dîtin
perêşanîm le ḧed derçû řefîqan car her ew care
le derdî dûrî ew şoxe diłî zarim be azare
ewa tabûrî ẍem amade bû bo ser diłî meḧzûn
umêdî ’eyş û şadîm çû fîraqî yar qumandare
eger xakî hemû ’alem beser xomda bikem hêşta
le çawî bextî bêbextim keme ey xwaye haware
’îlacî derdî bê dermanî min nakirê be hîç luqman
meger şoxî wefadarim dewa ka ew birîndare
du’ay derdim dekem herdem le derdî fîrqetî canan
bełê çî dîm ledest nayê gyanim sext û bê’are
were safîNasnava edebî bike terkî heway dunyayî hîç û pûç
be îxlas řû le beẍda ke mełê bextim nîgunsare