sîḧrî diłî mařûte ke şeydayî ’uzare

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1182 Dîtin
sîḧrî diłî mařûte ke şeydayî ’uzare
fîkirî diłî hařûte ke řîswayî dyare
te’nî mede bew hestye lew mestye zahîd
bo řendîyî min kafye ew çawe xumare
xoy mahe weya şahe leser textî cuwanî
ya bedrî sema qedre hemû şew dewu çare
şîrîne le řû çîne ke xwênîne hemû dem
bew lêw û dem û perçem û bew pence nîgare
em nuxteye xałe ke leser ’eynî cemałe
azarî diłî zarî minî kirde huzare
em perçeme piř çîne hemû ’eskerî çîne
bo ẍaretî maçîne ke em çîne suware
safîNasnava edebî eme şînî tuwe bo ẍunçeyî lêwî
ya çehçeheyî bulbule ya zarî huzare