ewa ẍezwî ẍemî bo ẍaretî dił kirde yelẍare

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1094 Dîtin
ewa ẍezwî ẍemî bo ẍaretî dił kirde yelẍare
wekû heyhawî ’ařeb sa ’eşîr û ’êle haware
mełên dił bê hewar û tirsenoke ba be tałan çî
le lay xoyşî ’egîd û xanedan û yêke salare
ema çi bika legeł bextî řeş ew çerxî keç řeftar
ke ser’esker be da’îm bo supay ẍem fîrqetî yare
hezaran qoşenî ẍem bî, bebê ser’eskerî yarim
diłî dîwane hełnayê eger bîken be sed pare
welê bêçareye emřo ḧîmayey lazme botan
newek ’alem biłê ’êl û ’eşîret bûyne bêkare
le bextî êmeda êstêş be ’eyb û ’are wa yaran
xusûs lem wexteda çunkî le çend cêwe birîndare
wefay ’alem nema, ẍîret xelas bû safîNasnava edebî êstêke
be taqe sware dił çi bika, ke ceyşî ẍem be milyare